KNK: Divê komkujiya Helbçeyê weke qirkirin were naskirin û sûcdar bên darizandin

Bi boneya vê rojê û salvegera Komkujiya Helbçeyê, daxuyanî hatin dayîn.
KNK û Partiyên Tifaqa Kurdistanî ev komkujî şermezar kir û bang li Civaka Navneteweyî kirin ku vê komkujiyê weke qirkirin nas bikin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 34’an a komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman “Meha Adarê ji bo Kurdistanê meheke bi trajedî, têkoşîn û serhildanê tijî ye.” û wiha got:

“Yek ji van rojên herî biêş jî roja komkujî û qirkirinê 16’ê Adara 1988’an li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê bû.

Ev komkujiya hovane hîn di mejî û ruhê gelê Kurd de zindî ye û nehatiye jibîrkirin û wê ti carî neyê jibîrkirin.”

KNK’ê di daxuyaniya xwe de sûcên dewleta Tirk jî bi bîr xistin û ev got:

“Dewleta Tirk di nav 2 salên dawî de bi dehan caran çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadîyê û xelkên sivîl bikar aniye u hîn jî bi kar tîne.”

KNK’ê daxwaz ji NY, YE û Dîwana Edaletê ya Navdewletî kir ku komkujiya Helebçeyê weke Qirkirinê qebûl bike û sûcdaran darizîne.

Dawiya daxuyaniyê jî KNK’ê tekez kir gelê Kurd wê ti carî komkujî û qirkirina Helebçeyê ji bîr neke û wê her tim di ruhê gelê Kurd de zindî bimîne.

Partiyên tifaqa Kurdistanî: Sûcdar li hember têkoşîna gelê Kurd têk çûn

Partiyên Tifaqa Kurdistanî jî bi heman boneyê daxuyanî da.

Partiyan di daxuyaniya xwe de anîn ziman “Ev komkujî deqeyek reş e di dîroka mirovahiyê tevî de.” û wiha gotin:

“Ên ku ev komkujî pêk anîn û bûn sedema rûdana wê, li hember têkoşîna gelê Kurd têk çûn.

Ev zihniyeta wê demê niha bi êrişên dagirkeriyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bi bikaranîna çekên Kîmyewî li çiyayên Kurdistanê hîna jî didomîne.”

Partiyên Tifaqa Kurdistanî ev komkujî bi tundî şermezar kir, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û tekez kirin ew ê êdî derfetê nedin ku zarokên Kurd bi heman rengî werin kuştin.

Back to top button