Rêveberiya Xweser bi boneya Newrozê 21 – 22 Adarê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Newrozê 21 – 22`yê Adarê li hemû saziyên xwe betlane ragihand.

Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Newrozê duh êvarî daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“1. Hemû sazî û daîreyên fermî yên Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Duşemê û Sêşemê 21 – 22`yê Adara 2022`yan betlane ye.

2. Ji bilî saziyên ku tabetmendiya karê wan cuda ye, hemû saziyên din pabendî vê betlaneyê ne. “

Back to top button