Zelensky: Şerê Rûsya li dijî Ûkrayna wê di nava şerm û hejariyê de bidawî bibe

Ewropa piştevanî dike, Ûkrayna hewil dide li pêşberî Rûsya xwe li ser lingan bigre. Li di nava her rewşî de, ya tê xuyakirin li pêşiya herdu welatan wêraniyek zêde heye. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got: Ev şer wê ji bo Federasyona Rûsyayê ya ku êrîşî welatê me kir, bi şerm û encamên giran bi dawî bibe.

Ûkraynî dizanin ku piştî destwerdana hêzên derve û hatina çeteyên Tirkiye û Rûsya li welat, wê rewş di demek kin de çareser nebe.

Li pêşiya Ûkrayna wêraniyek zêde xuya dike.

Ev 3 hefte ne êrişên Rûsya yên li dijî Ûkrayna didome.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky bi rêya hesabê xwe yê tevna civîkî peyamek weşand.

Volodymyr Zelensky îşaret bi wê yekê kir ku danûstandinên ji bo bidawîkirina şer, misogerkirina agirbestê û rawestandina êrîşên Rûsyayê dewam in û ev bang kir:

Bi sebir li benda encamên diyalogê bin. Ev girîng e. Zehmet e lê girîng e. Ji ber ku her şer bi peymanekî bi dawî dibe. Hevdîtin dewam dikin.”

Zelensky bal kişand ser êrîşên artêşa Rûsyayê yên hemwextî danûstandinan û got, Artêşa Rûsya bi awayekî hovane rojnamegerên xwecihî û biyanî kuştin. Dagirker sûcên şer didomînin, agir berdidin wargeh û binesaziyên sivîlan. Jimara moşekên ku Rûsyayê li Ûkraynayê bi kar tîne 900 derbas kir. Ne pêkan e ku êrîşên esmanî bên hejmartin.”

Serokomarê Ûkrayna di axaftina xwe de bang li karsaz û welatiyên Rûs kir ku li dijî şer derkevin û diyar kir ku Rûsya dê bi şerm û feqîriyeke mezin ji vî şerî derkeve.

Zelensky: Ev gavekî mezin, wêrek, rast û ji dil bû

Vladimir Zelensky di axaftina xwe ya piştî pêşwazîkirina her sê serokwezîrên ku serdana Kîevê kirin de ev nirxandin kir: “Ev gavekî mezin, wêrek, rasst û ji dil bû. Zelensky keyfxweşiya xwe ya ji ber pêşwazîkirina lîderên Polonya, Çekya û Slovakya anî ziman.

Back to top button