BOLTON: ÇI DEWLET NEFTA ÎRANÊ BIKIRE, WÊ RASTÎ CEZAYAN WERE

Waşinton dîsan zextan li Tehranê dike û ji bo nekirîna nefta Îranê wan hişyar dike.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Îranê Brian Hook ragihand ku çi dewleta piştî 2’yê Hezîranê nefta Îranê bikire wê ceza li wan were birîn.

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal, tenê Çîn dikare piştî vê dîrokê nefta Îranî ya xam heta bigihêje qaseya ku li ser li hev kiribûn, bikire.

Şêwirmendê Koşka Spî John Bolton dîsan gefên xwe nû kir û got:

Çi êrîş li dijî berjewendiyên me ji aliyê Îran û alîgirên wê pêk werin, wê şaştiyeke pir mezin be.

Em ê bi tundî bersivê bidin…. pêwist e êdî Îran vê peyamê fêm bike.

Bolton berî niha gotibû Îran li pey êrîşên Kendavê ye.

POMPEO BI AWAYEKÎ FERMÎ TEHRANÊ BI ÊRÎŞÊN KENDAVÊ TAWANBAR KIR

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî bi awayekî fermî êdî Tehran bi van êrîşan tawanabar kir û got:

Îran her çar keşte li deravên Îmaratê ji bo buheyên nefta navdewletî bilind bike, kirin hedef.

SIÛDIYÊ: DIVÊ EM LI HEMBER ÎRANÊ XWEDÎ HELWESTEKE DAWÎ BIN

Li aliyekî din, di lûtkeyên ku duh ji bo Îranê hatibûn lidarxistin de, Qiralê Siûdiyê Selman Bin Ebdul Ezîz bang li hemû welatan kir ku li hember kirinên Îranê yên xerabker xwedî hewlesteke dawî bin.

Ebdulezîz di daxuyaniya xwe de ev tişt anî zimên:

Eger we peymanên hevkariyê bi Îranê re girêda jî, divê Îran destwerdanê di karûbarên dewletên din de neke.

Lê Îraqa cîran ev daxuyanî red kir.

Leave a Reply

Back to top button