NY ji bo Yemenê banga alîkariya 4,3 milyar dolar kir

7 sal derbas bû lê şerê li Yemenê hîna jî bi dawî nebûye. Wêraniya li welat, bi xwere krîzek mirovî daye avakirin. NY ji bo pêşî li vê rewşa kembax ya krîza mirovî bigre, careke din banga alîkariyê kir. NY got, Ji bo derbaskirina rewşa heyî, pêwistî bi 4,3 milyar dolarî heye.

Krîza mirovî ya 2014’an li Yemenê bi şer re despê kir, hîna jî nehatiye çareserkirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî Martin Griffiths di daxuyaniya xwe ya ji bo Konseya Ewlekariyê ya NYyê da got,

Rewşa mirovî ya li Yemenê veguherî rewşeke awarte.

Griffiths diyar kir ku wê di îro 16’ê Adarê de ji bo Yemenê konferansa alîkariyê were lidarxistin û anî ziman ku rêxistinên alîkariyê ji bo bigihêjin kesên ku li Yemenê pêwistiya wan bi alîkariyê heyî, pêwistî bi 4,3 milyar dolarî heye.

Griffiths bal kişand ser vê yekê ku li Yemenê 23,4 milyon kes pêwistiya wan bi alîkariyên mirovî heye û ev tişt anî ziman:

19 milyon ji wan di asta birçîbûnê de ne.

Li gorî daneyên NY, li seranserê Yemenê 2,2 milyon zarok bi awayekî têrker xwarinê naxwin.

NY, 2020’an careke din daxwaza alîkariya bo Yemenê kiribû û wê demê ji 3,4 milyar dolarê dihat xwestin nîva wê kêmek zêdetir kom kiribû.

2021’an welatan 2,3 milyar dolar alîkarî pêşkêş kirin.

Piştî belavbûna Covid-19 ku bandor li tevahiya cîhanê kir û krîza Efxanîstanê, êrişa Rûsyayê ya dijî Ûkraynayê re, tê pêşbînîkirin ku welatên xêrxwaz di warê cîbicîkirina sozên xwe yên ji bo Yemenê de zehmetiyên cidî bibînin.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol kiriye.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 salin li welat dewam dike de, bêtirî 233 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Krîza mirovî ya ji ber şerê navxweyî li Yemena ku di nav welatên herî feqîr ê cîhanê de ye, gihîştiye asta metirsîdar.

Li gorî NY, li welat ji sedî 80’ê nifûsa wê ya ku giştî 30 milyone pêwistiya xwe ya bi alîkariyê heye.

Back to top button