Gerîla li qadên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin

Gerîlayên Kurdistanê jî li qada Zagrosan bi merasîmekê Newroza 2022’an pîroz kirin.
 Endamê Fermandariya Navendî ya HPG’ê Amed Malazgîrt ji gerîla re axivî û got:
 Dibe pêvajoyeke ji sala derbasbûyî zehmettir dest pê bike, amadekariyên me jî li gorî wê yekê ne.

Bi boneya Newrozê, li her dera Kurdistanê pîrozbahiyan dest pê kiriye..

Gerîlayên Kurdistanê jî li qada Zagrosan bi merasîmekê Newroza 2022’an pîroz kirin.

Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel Amed Malazagrt li pêş gerîla axivî..

Malazgirt di destpêka axaftina xwe de, Newroz li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê Kurd, li dostan û li girtiyên li ber xwe didin pîroz kir.

Ji fermandarên gerîla Malazgirt ji gerîla re axivî

Malazgirt anî ziman ku PKK’ê bi rihê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan ev zêdeyî 40 salin şer dike û li ber xwe dide û got:

“Di meha Adarê de hem Cejna Newrozê û hem jî Heftiya Lehengiyê heye. Sembola Heftiya Lehengiyê Fermandar Egîd e..

Fermandar Egîd, bi pêşengiya xwe, derbên giran li artêşa Tirk da û wiha derket pêş û bû sembol..

Di şexsê heval Egîd de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînn û li ber wan bejna xwe ditewînin.”

Ji fermandarên gerîla Malazgirt: Bi rihê Newrozê dagirkerî têk diçe

Ji Fermandarên Gerîla Malazgirt balkişand ser tevgera dewleta Tirk a di sala 2021’an de li Garê û ev yek diyar kir:

“Qada Garê ji bo me xwedî cihekî navendî û stratejîk e.

Sala çûyî li van herêman şerekî giran çêbû.

Li Mamreşo berxwedaniyeke mezin çêbû.

Hevrêyên me bi lehengî şer kirin û li ber xwe dan…”

Ji fermandarên gerîla Malazgirt: Em ji her tiştî re amade ne

Ji fermandarên Gerîla Amed Malazgirt piştî merasîmê jî nirxandin kir û eşkere kir ku dijmin dîsa amadekariyan dike ku dest bi êrişan bike:

Piştre, agirê Newrozê hat pêxistin û Gerîla li dora agir dîlan gerandin..

Back to top button