Li Başûrê Kurdistanê şehîdên komkujiya Helebce hatin bibîranîn

Weke hersal ji bo qurbaniyên komkujiya Helebce merasîmên bîranînê li seranserî Başûrê Kurdistanê hatin li dar xistin.

Li başûrê Kurdistanê di sala 34. de şehîdên komkujiya Helebçê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Wezarareta Şehîdan a Başûrê Kurdistanê li Goristanan Şehîdên Kîmyabaranê merasîma salvegera kîmyabarna Helebce li dar xist.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Helebce Luqman Ebdulqadir di merasîma li ber avahiya Komeleya Qurbaniyên Helebce de axivî û got: “Ev 34 sal in soz dane me û em li benda pêkanîna wê ne.

Ji ber ku li Helebce xizmetguzarî nîne û şêniyên wê dubare dibin qurbanî.”

Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî di nav bazar û kolanan de saet 11:05 deqeyan, deqeyek ji bo Helebceyê rawestiyan.

Îro li ber Saraya Silêmaniyê ji bo şehîdên Helebce hunermendên Silêmaniyê li hev kom bûn û şehîdên komkujiyê bibîranîn.

Li ber derê peymangeha Teknîkî ya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê, Rêxistina Ayînde ya ji bo parastina jîngeh û Şaredariya Çemçemalê, şitlên daran çandin.

Yek ji rêveberên Rêxistina Ayînde Meruf Mecîd axivî û got: “Me di vê pêngavê de 300 şitlên darên zeytûnan çandin.”

Şandeyek ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî tevlî merasîman bû.

Tevgera Azadî destegulek danî li ser gora şehîdan.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah li ser gora şehîdan axivî û got:

Hîn zarokên winda bûne nehatine dîtin û hikûmet li wan nagere û hîn birîndarên kîmyabaranê êşê dikêşin û ji bo wan tişta pêwîst nehatiye kirin.

Abdulah got, li dijî karesat û komkujiyan çare, yekîtiya netewî ye.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê komkujiya Helebce şermezarkirin.

Li ser navê şêniyên Wargehê Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen daxuyanî da şehîdên meha Adarê û şehîdên Helepçeyê bi bîr anî û got:

“Tevî ku ev 34 salin, li ser komkujiya Helebce re derbaz dibe jî, heta niha ev komkujî li ser gelê Kurd berdewam dikin.

Back to top button