Gera 6. a danûstandinên Rûsya-Ûkrayna pêk tên

1Di nava demekê ku şerê li Ûkrayna dijwar dibe de, kêm jî be hêviya ji danûstandin didome. Şandeyên Ûkrayna-Rûsya îro ji bo gera 6. a danûstandinan dicivin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got; Hevdîtinên aştiyê yên bi Ûkraynayê re ne hêsan in, lê hêvî heye ku bi tawîzan re lihevkirinek pêk were. Berdevkê Kremlîn Peskov jî dibêje dibe ku li ser modeleke mîna ya Swîsre bikare rewşê çareser bike.

Şerê li Ûkrayan dijwar dibe û cîhan berdêla giran ya şer dide.

Ji bo vê yekê jî bendewariyên dawî anîna şer her çiqasî kêm jî be lê hertim li aliyekê zindî ye.

Doh piştî gera 5. a danûstandinên navbera aliyan de bi dawî bû, çav vegeriyan li ser danûstandinên ku îro werin pêkanîn.

Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ûkraynayê Mikhail Podolyak li ser Twitterê ragihand ku danûstandin wê di 16’ê Adarê de dewam bikin.

Podolyak got: “Nakokîyên bingehîn hene, lê teqez cîhê lihevkirinê heye.

Di dema bêhnvedanê de wê xebat di asta jêr de dewam bikin.”

Lavrov: Bi dayîna tawîzan dibe ku lihevkirinek pêk were

Ji Moskow ya ku dixwest daxwazên xwe bi leşkerî bidest bixe, peyamên hêviyê çêdike derket.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hevdîtinên aştiyê yên bi Ûkraynayê re bi hêsanî pêş neketin, lê wan hêvî dît ku bi tawîzan re lihevkirinek çêbibe.

Sergey Lavrov ji ajansa RBC ya Rûsî re axivî û got, “Ez li gorî nirxandinên ku ji aliyê şandeya me ve hatine dayîn, dibêjim.

Ji ber sedemên ku em hemû dizanin danûstandin bi hêsanî pêş nakevin.

Lê belê hêvî heye ku bi tawîzan re lihevkirinek pêk were.”

Lavrov got, alî li ser hin mijaran nêzîkê lihevkirinê ne.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky duh gotibû, “Eşkere ye ku Ûkrayna wê nebe endamê NATO, em vê yekê dibînin.

Bi salan e me behsa deriyekî vekirî dibihîst, lê xuya dike ku emê nekarin bikevin wir.”

Lavrov anî ziman ku fikara wan ya li ser Kîevê ne tenê di warê bêalîbûnê de ye û got:

Bi awayekî azad karanîna zimanê Rûsî û azadiya raman jî cihekî xwe yê girîng digre.

Ev krîzeke girîng e. Wê sîstema cîhanê diyar bike.

Kremlîn ji bo Ûkrayna mînaka bêalîbûna Swêdê da

Ji Kremlînê li ser mijarê peyamek balkêş hat.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, “Em bawer dikin ku ‘fikra avakirina dewleteke bêalî ya wek Swêdê li Ûkraynayê’, wê bibe vebijarkek lihevkirinê.”

Back to top button