DI MEHA NÎSANÊ DE, LI HERÊMÊN ”BÊÇEK” 948 KES HATINE KUŞTIN

Di meha Nîsanê de şerê herî dijwar li Sûrê li herêmên qaşo ”Bêçek” ango agirbestiya Pûtin-Erdogan bû. Di encama vî şerî de 77 zarok di nav de nêzî 948 kes hatine kuştin.
Her wiha di demeke ku karwanên leşkerên dewleta Tirk a dagirker rojane ji bo piştgiriya çeteyan derbasî Sûriyê dibin, Erdogan banga rawestandina şerê li Idlibê dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku herêmên herî germ di meha Nîsanê de, herêmên agirbestiya Pûtin-Erdogan bûn an ku herêma ”Bêçek” bû.

Çavdêriyê diyar kir ku rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsiyayê zêdetirî mehekê êrîşên xwe li ser van herêman ranewrstandine.

Li gorî Çavdêriyê, li gundewarê Idlib, Hema, Heleb û Lazeqiyê 1929 ÊRÎŞÊN ESÎMANÎ û Zêdetirî 16950 ÊRÎŞÊN BEJAHÎ pêk hatine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan teqez kir ku di encamên van êrîşan de 948 KES hatin kuştin.

Ji wan 310 SIVÎL in

Di nava sivîlan de 77 ZAROK û 65 JIN hene.

Her wiha bi zêdetirî 300,000 kes KOÇBER koçber bû.

ERDOGAN BANGA RAWESTANDINA ŞERÊ LI IDLIBÊ DIKE

Li aliyekî din, demeke karwanên leşkerên dewleta Tirk a dagirker rojane ji bo piştgiriya çeteyên li Idlib û Hemayê derbasî Sûriyê dibin, Serokê AKP’ê Erdogan banga rawestandina şerê li Idlibê kir.

Erdogan bi riya peywendiyeke telefonê bi serokê Rûsiyayê Pûtin re li ser pêwîstiya rawestandina şerê li Idlibê tekez kir.

Erdogan diyar kir ku divê girîngî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê were dayîn.

Hêjayî gotinê ye duh dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 30 erebên şer û tank di dergeha Kefer Losîn a sînorî li Idlibê, derbasî herêma Morik li bakurê Hemayê kir.

Beriya niha jî zêdetirî 50 erebeyên dewleta Tirk derbasî başûrê Heleb û rojhilatî Idlibê bûn.

KREMLIN: TIRKIYE BERPIRSA ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN LI IDLIB E

Qesra Kremlin a Rûsî ji aliyê xwe ve daxuyaniyek da û destnîşan kir ku berpirsyariya êrîşên li ser sivîl û bargehên Rûsiyayê li Sûriyê ji aliyê çeteyan ve dikevin ser milê dewleta Tirk.

Ji daxuyanî û şerê li ser erdê xuyaye ku alozî wê di navbera Rûsiye û Tirkiyê de derbikeve.

Leave a Reply

Back to top button