Bi boneya cejna Newrozê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna jimareya /5/ ya efûya giştî li ser sûc û cinayetan derxist.
Bi boneya nêzbûna cejna Newrozê îro Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna bi jimareya /5/ ku qanûna efûya giştî ye, da.
Li gorî qanûnê efûya giştî têkildarî hemû sûcên beriya 16.03.2022’yan pêk hatine û wiha ne:
Madeya (1) di binpêkirin û tawanan de: Ji bo hemû cezayên sînordarkirina azadiya di binpêkirin û tawanan de.
Madeya (2) di sûcan de:
1- Cezayê muebed bi girtina demkî ya 15 salan tê guhertin.
2- Ji çaryeka cezayê ragirtina demkî.
3- Ji bo girtiyê ku bi nexweşiya bêderman ketiye, heta hetayê yan jî cezaya demkî.
4- Ji bo cezakirina temam a demkî ya girtiyê ku di roja derxistina efûkirinê de 75 saliya xwe temam kiriye.
5-Ders ji sûc were girtin, ne ji cezayê li ser girtî.
Madeya (3)
Ev qanûna li ser van cezayan ne derbasdar e:
1-Sûcên teror, îxanet û sîxurtiyê.
2-Sûcên girêdayî pereyên giştî.
3-Sûcên tecawîzkirin, kiryarên dermirovî û destdirêjiya cinsî li dijî temenbiçûkan.
4-Sûcên bazirganiya hişbir û propagandaya wan.
5-Kesên edalet li wan digere, heke di navbera 60 rojî de ji derxistina vê qanûnê xwe radest kirin heke li herêmên Rêveberiya Xweser bin, û 90 roj heke li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bin.
6-Bac bi hemû cûreyên xwe.
Madeya (4)
Di çarçoveya madeyên (1) û (2) de, ji bo ku ji madeyên vê qanûnê sûd werbigirin:
A-Heke mehkûm pere weke tawîz dan aliyê lê gilî kirî, yan jî rakirina mafên kesane yên kuştinê.
b- Rakirina mafên kesane yên kuştinê.