Rûsipiyên Ereb Yên Dêrazorê ‘hevgirtina me li ser bingeha jiyana hevbeş e ‘

Rûspiyên êlên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevkariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt kir û piştrast kirin ku pêkhateyên herêmê nakevin xefka fitneyan.

Der barê mijarê de rûspiyekî ji êla Elbû Hemîd a li bajarokê Baxozê Hewas El-Casim got:

“Di vê qonaxê de em piştrast dikin ku tiştê herî girîng ewlehî û aramiya herêmên me ye, niha em dibînin ku bi saya yekitiya gelan û hevgirtina hemû pêkhateyan aramî li herêmê serdest e.”

Her wiha El-Casim tekez kir ku çiqas bahoz bi ser wan de werin jî, ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û destkeftiyên heyî biparêzin.

Têkildarî heman mijarê Endamê Meclisa êlên Elbû Kemal, Selah El-Selman jî got:

“Rêveberiya Xweser yekitiya gelên herêmê ava kir û hemû planên dewletên mêtînger û dagirker ên ku dixwazin fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin pûç kirin.

Her wiha Rûspiyê êla El-Merasmê, Zêb Dawûd jî axivî û got:
“Em bang li hemû zarokên xwe dikin ku nekevin xefka propagendeyên dijminên ku hewl didin projeya me têk bibin, fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin, Her wiha parastina destkeftiyên bi saya hevgirtina pêhateyan, biparêzin.”

Back to top button