KCK’ê: 50 saliya Newrozê wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê dazanîn ku têkoşîna Rêber Apo ya beriya 50 salî di newrozê de destpêkiriye, gelek destkeftî bi xwe re aniye, gelê kurd xist gelê têkneçûyî yê Newrozê.

KCK’ê got: Divê em Newroza sala 50’î bikin sala hilweşandina faşîzmê, azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd. Divê em newrozê bi geş pîrozbikin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê jî bang li hemû gelê kurd kir ku bi kevneşopiya serhildanê dakevin qadên Newrozê 

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê, derheqê Newroza 2022’an ku weke ”Newroza Azadkirina Rêbertî” bi nav kirî, daxuyanî da.

KCK’ê newroza gerîla, berxwedêrên zindana, gelê kurd pîroz kir û daxuyakirin ku Newroza Sala 50’î ya Rêbertî û PKK’ê, wê weke saleke mezin a têkoşînê di dîrokê de cihê xwe bigire.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser wateya newrozê û got:

“Newroz ji bo Kurdan ne tenê cejn û ne tenê roja berxwedan û têkoşînê ye. Newroz rastiyeke civakî ya dîrokî, ya nasnameya gelê Kurd e.Newroz geşbûna Kurdeyatiyê. Rêber Apo û PKK hê ji destpêkê ve ev nirx dane Newrozê, heyîkirin û xurtkirina Newrozê weke heyîkirina Kurdan û xurtkirina Kurdan dîtine.”

KCK’ê: Gelê Kurd bûye gelê Newrozê yê têkneçûyî

KCK’ê dazanîn kTevgera Apoyî di Newrozê de derketiye ser qada dîrokê, gelê Kurd ev 50 sal in bi rihê Newrozê li ber xwe didin û bûye gelê Newrozê yê têkneçûyî.

KCK’ê diyarkir ku newroza 2022’an newrozê azadkirina Rêbertî ye û got:

“Em bi kelecanî, coşî û hêviyeke mezin pêşwazî li Newroza 2022’an dikin.

Em armanc dikin ku di sala 50’î de, Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bikin. Em dibêjin, êdî bêyî Rêbertî qet nabe! Em li ser xwe weke deynekî mezin dibînin ku Rêbertiya xwe ya ku xizmeta mezin dayî gelê me û tevahiya mirovahiyê, azad bikin.

KCK’ê di dawî de bang gelê kurd û dostên wî kir ku bi coşeke mezin bi rengekî xurt tevlî Newrozê bin, divê sala 50’î em bikin sala hilweşandina faşîzmê, azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd.

Fermandariya biryargeha navendî ya Parastina Gel: Em bi bîryardariya azadiya Rêber Apo Newrozê pêşwazî dikin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê jî bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek da.

NPG’ê diyar kir ku têkoşîna gerîla ku gihîştiye 40 salan, bi taybetî jî asta şer a ku sala 2021’ê hate afirandin, taktîk û ruhê fedayî yê Apoyî yê mezin nîşaneya wê yekê ne ku di sala 50’emîn a Newrozê de bi rengekî mezin bi ser bikevin.

NPG’ê dazanîn ku bi biryardariya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, Newrozê pêşwazî dikin, bi biryar in ku heta meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin, bêeman têbikoşin.

NPG’ê bang li hemû gelê kurd kir ku bi kevneşopiya serhildanê dakevin qadên Newrozê

Back to top button