QSD dîayên dawî yên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê derewand

Navenda Ragihandina QSD`ê îro bi daxuyaniyekê dîayên wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 8 şervan li herêma Babê ya dagirkirî şehîd bûne, derewand.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

” Idîayên ku dewleta Tirk behsê diike derdixe ne rast e û hêzên me tu operasyon li vê herêmê pêk ne-anîne.

Aghiyên hatine belavkirin bêbingeh in.”

QSD’ê diyar kir ku Dewleta Tirk bi kirinên wiha dixwaze sûcên artêşa xwe ku li dijî şêniyên herêmên Şehbayê û herêmên din pêk tîne, binixumîne.

Back to top button