Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK: Divê Almanya dawî li qedexeyê bîne, rûpelekî nû bê vekirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta nû ya Elmanyayê kir ku di mijara Kurdan de rûpelekî nû veke. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin rakirina biryara qedexeya li ser PKK’ê wê bibe destpêkeke girîng.

Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li Ewropayê cara ewil ji aliyê dewleta Alman ve hate qedexekirin.

Heta niha jî ev qedexe dewam dike.

Dawiya sala 2021’ê li Almanyayê hikumeteke nû hate avakirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarî derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê daxuyaniyek weşand û bang li hikûmeta nû Almanyayê kir.

PKK’ê ji hikumeta nû xwest ku di mijara Kurdan de rûpelekî nû veke û wiha got:

“Hikumetên beriya niha yên Almanyayê, bi polîtîkaya xwe yên ya derve ya li ser bingeha berjewendiyan bi piştigirya ku didan polîtîkayên înkar û antî-demokratîk ên Tirkiyê, her wiha bi qedexeya navxweyî jî zerareke mezin da tevgera me û gelê me.

Vê siyasetê tevî bandora neyînî ya ku li çareseriya pirsgirêka Kurd kir, di heman demê de ji bo Kurdên li dîasporayê ku piraniya wan li Almanyayê ne, bû sedem ku jiyana hevpar û aştiya civakî ya Almanyayê tengav bibe.

Em di wê baweriyê de ne ku êdî pêwîstî bi nêzîkatiyeke nû heye.

Bi wesîleya cejna Newrozê ku nêzîk dibe, em dixwazin vê bang û peyama xwe bi rêya raya giştî ragihînin.”

Komîteyê diyar kir, PKK ji dema damezrandinê û vir ve bûye tevgerek ku piştgiriyê dide jiyana bi hev re û
têkoşîna wan li dijî her cûre zilm û bindestiyê ye.

Komîteyê, rola PKK’ê ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û got:

“Sala 2014’an ji bo demeke kurt jî be li nava raya giştî ya Alman û parlamentê nîqaş li ser bêwatebûna qedexeya li ser PKK’ê, her wiha nîqaş li ser biçekkirina PKK’ê hate kirin. ”

PKK’ê anî ziman tevî van hemûyan jî li Almanyayê zext û qedexeya li ser tevgera wan dewam dike û wiha dewam kir: “Ji 26’ê Mijdara 1993’an û vir ve di bin navê ‘Qedexeya Xebatên PKK’ê’ de siyaseteke giran tê meşandin.

Ev siyaseta qedexeyê heta gihîştiye qedexekirina al, reng, nav û dirûşman.

Êrişên li ser saziyên çapemenî, weşan û çandê, desteserkirina arşîv, berhemên çandî û mîrateyê di çarçoveya vê qedexeyê de têne kirin.

Vê qedexeyê bandor li tevahiya civaka Kurd kiriye.”

Komîteyê da zanîn ‘qedexeya li ser PKK’ê tenê xizmetê ji şer û rewakirina her cûre tundiya li dijî gelê Kurd dike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK: Rakirina birayara qedexeyê wê bibe gaveke girîng

Dawî Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê ji hikûmeta nû ya Almanya hevî kir siyaseta qedexeyê ji holê bê rakirin û ev bang kir:

Bidawîkirina biryara qedexeyê ya ku zerarê dide Kurdan û Almanyayê, wê bibe gaveke girîng a destpêkê.

Bi vî rengî dema ku Almanya di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bû xwedî rol, li Rojhilata Navîn jî wê xizmeteke mezin ji aştî û aramiyê re bike.

Tevgera me bi her awayî ji diyalogê re amade ye, ku berpirsyariyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bîne.”

Back to top button