Ûkrayna: Di nava rojekê de li çarnihivê 53 sivîl hatin kuştinx

3 hefte derbas bûn û Rûsya li pêşberî Ûkrayna nikare bigihêje armanca xwe. Xeyalên Moskow yên hefteyekê nêzî mehê dibe. Ev yek jî bi xwere asta êrişan dijwartir kiriye. Di nava 24 saetan de li bajarê Çernîhiv ya dikeve bakurê welat 53 kes hatin kuştin. Rûsya ragihand ku wan di nava 24 saetan de, 46 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna têk birine. Îstixbareta DYA jî texmîn dike ku di nava 20 rojên şer de, bêtirî 7 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin. Ev jî tê wateya Rûsya di nava şerê heta niha de ji 20 sal şerê DYA li Iraq û Efxanistanê zêdetir windahî dane.

Sê hefte derbas kir û şerê li Ûkrayna bi dawî nebûye.

Di şerê ku 22 rojin dewam dike de, bîlançoya sivîlên hatine kuştin jî zêde dibe.

Waliyê Çernîhîvê Vîaçeslav Çaûs derbarê bomberdûmana artêşa Rûsyayê ya li ser bajar de daxuyanî da û got,

“Dijmin bi êrîşên topyekûn û hewayî yên sîstematîk binesaziya sivîl a bajêr tine dike.

Di 24 saetên dawî de, me cenazeyê 53 kes hatine kuştin birine morgê.

Artêşa Ûkrayna jî dibêje, li bajar wan derbên giran li artêşa Rûsya xistine.

Dîmenên şerê cîhanê yê duyemîn li nava Ûkrayna tên dîtin.

Encamên êrişan li nava bajarê Volnavaxa tê xuyakirin.

Ji ber êrişên Rûsya ji bajar koçberiyek zêde pêk hatiye.

Dimenê şerê li bajar ji tankên têkçûyî û wêraniya heyî xuya dike.

Ev der jî bajarê Xarkîve.

Ji despêka êrişên Rûsya û heta niha li ser bajar êrişek zêde ya Rûsya heye.

Di van êrişan de heta niha bi dehan sivîl mirine.

Herî dawî êriş, 16’ê Adarê li dijî avahiyên sivîlan pêk hatibû.

Rûsya: 46 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatine têkbirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li Ûkraynayê di nava 24 saetên dawî de, 46 navendên binesaziya leşkerî hatine rûxandin.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov bi daxuyaniyekê agahiyên li ser êrişê da û wiha got:

Li Ûkraynayê di 24 saetên dawîn de, 46 tesîsên binesaziya leşkerî hatine têkbirin.

181 balafir û helîkopter, 172 balefirên bêmirov, 170 roketavêjên pir lûle, 1,379 tank û gelek wesayîtên zirxî hatine bêkêrkirin.

Îstixbareta DAY texmîn dike ku 7,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Li gorî New York Times, îstixbarata Amerîkî texmîn dike ku 7,000 leşkerên Rûsî di nava 20 rojên despêka şerê li Ûkrayna de hatine kuştin.

Di raporê de hat gotin, “Eger texmîna îstîxbarata Amerîkayê rast be, artêşa Rûsyayê di nava 20 rojan de ji artêşa DYA’yê ku di nava 20 salan de li Iraq û Efxanistanê leşkerên wê hatî kuştin zêdetir windahî dane.”

Tê texmînkirin navbera 14 heta 21 hezar jî birîndar bûne.

Li gorî rayedarên Rûsya û NATO’yê di şer de herî kêm 3 generalên artêşa Rûsyayê hatine kuştin.

 

Back to top button