DYA: Bi Îranê re lihevkirinek nêz e

Tahran di navbera aloziyên Moskow û Waşîngtonê de maye. DYA’ê ragihandin ku di danûstandinên bernameya peymana nukleerî yên bi Îranê re, ew “nêzî lihevkirineke gengaz e.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price di mijara danûstandinên li Viyanayê de agahî da.

Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane ya doh de ragihand ku ew “nêzî lihevkirineke gengaz in.”

Price diyar kir ku lihevnekirinên bi Îranê re her çend “demeke kurt” jî mabe, ew bawerin ku dikarin çareser bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha berdana du kesên Îngiliz-Îranî yên ji aliyê Tehranê ve silav kir û bang kir, “Welatiyên Amerîkî yên bi rengekî neheq girtî ne, ji bo berdana wan tavilê gav bê avêtin.”

Lê Rûsya ya ku ji ber êrişa wê ya li ser Ûkrayna ji aliyê welatên Rojavayî ve cezayên tund hate ferzkirin, 5’ê Adarê daxwazên nû kir.

Rûsyayê garantî xwest ku pêkanînên Amerîkayê bandorê li hevkariya aborî ya bi Îranê re neke.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ev daxwazên ku hevdîtin dan rawestandin weke ‘li derveyî rojevê’ nirxand.

Back to top button