TEV-ÇAND’ê bernameya xwe ya Newrozê eşkere kir

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re li seranserî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî dewam dikin. TEV-ÇAND’ê bi daxuyaniyekê bernameya xwe a Newrozê eşkere kir. Li Reqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê şahî hatin lidarxistin.

Çalakî û pîrozbahiyên ku bi boneya Cejna Newrozê tên lidarxistin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

TEV-ÇAND- Mezopotamya, Desteya Çandê û Tevgera Hîlala Zêrîn têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku bi şerê gel ê şoreşger di bin sîwana modernîteya demokratîk de dê teqez Dehaqên serdemê û sîstema wan ya sermayedariyê têk biçe.

Hate diyarkirin ji ber astengiyên ku PDK’ê derdixe, hunermendên ji Ewropa û Başûrê Kurdistanê nikarin beşdarî Newroza li Rojava bibin

Li gorî daxuyaniyê dê Newroz bi girseyî li Dêrik, Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê bê pîrozkirin.

Her wiha li Dêrazor, Tebqa, Reqa, Minbic, Kobanê, Şehba, Heleb û Şamê jî dê pîrozbahî li dar bikevin.

Li Reqa, Qamişlo, Hesekê û Kobanê pîrozbahî hatin lidarxistin

Bi heman armancê li navenda Reqayê jî daxuyanî hate dayîn, agir hate vêxistin û govend hatin gerandin.

Her wiha ji bo pêşwazîkirina Newrozê kolan û qadên sereke yên bajarê Hesekê tên xemlandin.

Li bajarê Qamişlo li lîstigeha Heysem Kico jî şahiyek bi boneya cejna Newrozê li darket.

Di şahiyê de komên “Deng da, Saz û awaz û Çîçeka Kurdistanê” berhemên xwe pêşkêş kirin.

Li bajaroka Taşlok a girêdayî Kobanê jî şahiyek hate li darxistin û govend hatin gerandin.

Back to top button