Hunermendan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê kirin

Li başûrê Kurdistanê jî amadekariyên Newrozê dewam dikin. Hunermendên ku wê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin banga tevlîbûnê kirin.

Amedekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê a li Binarê Qendîlê dewam dikin.

Pîrozbahî wê ji seat 11’an û bi tevlîbûne girseyî dest pê bike.

Her wiha wê gelek hunermend û komên stran, muzîk û şano berhemên xwe pêşkêş bikin.

Hunermendên ku wê beşdarî pîrozbahiyê bibin bang li her kesî kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin.

Back to top button