Agirê yekemîn ê Newrozê li Serhedê bi tevlibûna hezaran hat vêxistin

Li bakurê Kurdistanê coşê Newroza “Dema Serketinê ye” dewam dike. Agirê yekemîn ê Newroza Serhedê li navçeya Erdîşê a Wanê hat vêxistin. Bi hezaran kesî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada Newrozê. Piraniya wan jin û ciwan nêzî 10 hezar kes qada Newroze têje kirin. Li gelek deverên din jî amadekarî hatin kirin.

Agirê yekemîn ê Newroza Serhedê li navçeya Erdîşê a Wanê hat vêxistin.

Agirê Newrozê ku bi dirûşma “Dema Serfektinê ye” destpêkê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat vêxistin, îro bi navçeya Erdîşê ya Wanê dewam kir.

Di saetên serê sibehê de bi hezaran kesî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada Newrozê.

Piraniya wan jin û ciwan nêzî 10 hezar kes qada Newroze tije kirin.

Di axaftinan de Newroz li gelê Kurd û gelê Erdîşê pîroz hat pîrozkirin.

Piştî axaftinan Koma Aryen derket ser dikê û stranên xwe got.

Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê derket asta herî jor.

Li navçeya Hezroya Amedê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin

Li navçeya Hezroya Amedê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.

Tevî hewa sar jî welatî bi cilên xwe yên herêmî û rengên xwe tevli pîrozbahiyê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’ê ên bajêr beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Polîsan xwest rêzgirtinê asteng bikin, lê welatiyan dîsa jî rêz girt û bernameya xwe dan destpêkirin.

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û da zanîn ku Newroz roja xwedî derketina li vîna xwe û berxwedanê ye

Parlamenter Remziye Tosûn jî Newroza Rêber Apo, jinên girtî-siyasetmedarên girtî pîroz kir.

Piştî axaftinan stranbêj Gulay Kara derket ser dikê û stran pêşkêş kir û govend hat gerandin.

Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi coş dewam dikin

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê û bajarê Dîlokê ku wê di 20’ê adarê de pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin, amadekarî dewam dikin.

Rêxistinên HDP’ê ya Silopiya û Dîlokê banga tevlibûna pîrozbahiyê li gel kirin.

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Hezex a Şirnexê jî tekildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin, xebatên xwe destpêkirin.

Her wiha bi kelecaneke mezin xelekê govendê gerandin û tililî hatin avêtin.

Piştre jî agir hat pêxistin û daxuyanî hat dayîn

Partiya HDP û DBP bi bernameyekî hevpar, li gund û taxên navçeya Rezanê ya Amedê xebatên Newrozê bênavber didomînin.

Di vê çarçoveyê de îro jî belavokên bangawaziya tevlibûna Newrozê hate belav kirin.

Back to top button