DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI BABÊ ZEVIYÊN ŞÊNIYAN ŞEWITAND

Ev demeke çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Suriyê zeviyên gel dişewitîne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên ku bi navê ”Mertala Firatê” li ser xeta DAIŞ’ê dimeşin, li gundên Babê yên rizgarkirî zeviyên çandiniyê dan ber agir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku,,

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker zeviyên çandiyên yên gundê El-Biwêhîc ku di bin parastina Meclisa Leşkerî ya Babê de ye dan ber agir.

Di encamê de firehiyek mezin a zeviyên ceh û genim ê şêniyên gund şewitîn.

Meclisa Leşkerî ya Babê û Tîmên Agirkujê bi desteka şêniyên gund agir vemirandin.

LI 6 GUNDÊN NAVÇEYA TIL HEMÎSÊ AGIR BI ZEVIYAN KET Û TÎMÊN AGIRKUJIYÊ AGIR VEMIRANDIN

Li gundên Zubeyda yê bajaroka Ceza,  Heswiya Biçûk,  Hudeybiyê ya bajarokê Ûkazê, Şûra û  Qerat Temaş ê girêdayî bajarokê Ebû Cirin yên Navçeya Til Hemîsê bi sedan hektarên zeviyan hatin şewitîn.

Tîma Agirkujiyê ya navçeyê bi hevkariya şêniyên gund agir vemirandin, lê heta gihiştin cihê şewatê bi sedan hektar şewitî.

Leave a Reply

Back to top button