Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî bi heman boneyê peyam da. Di peyama xwe de Ebdî dibêje: “Bidawîkirina dagirkeriyê û vegera bi-ewle ya şêniyan li xak û malên xwe doz û berpirsyariya me ye.
Têkildarî salvegera 4. a dagirkirina Efrînê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî peyamek li ser twîttera xwe bi par ve kir.
Mazlûm Ebdî balkişand li ser berpirsiyariya hêzên navdewletî û got:
” Desteya Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî heta niha berpirsyariyên xwe li hember şêniyên Efrînê paşguh dikin.
4 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn û li bajarê zeytûnan Efrînê qirkirin dewam dike.”
Ebdî dawiyê got: “Bidawîkirina dagirkeriyê û vegera bi-ewle ya şêniyan li xak û malên xwe doz û berpirsyariya me ye.”
Ilham Ehmed: Rizgarkirina Efrînê erka me ya exlaqî û netewî ye
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk -MSD’ê Ilham Ehmed peyamek bi heman boneyê bi par ve kir.
Tê de dibêje: “4 sal li ser siyaseta qirkirin û tûnekirinê ya dewleta Tirk re derbas dibe.
Rizgarkirina Efrînê erka me ya Exlaqî û netewî ye.”