Li Silêmaniyê li dijî dagirkirina Efrînê daxuyanî hat dayîn

Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê jî li gel însyatîfa Piştgiriya Ji bo Rojavayê Kurdistanê têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê li Silêmaniyê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Efrînê guhertina demografî pêk tê û heta niha 400 hezar ereb lê hatine bicihkirin û ev hat gotin: “Niha dewleta Tirk bi talankirin, kuştin, revandin û guhertina demografiya Efrînê re mijûl e û li şûna nîştecihên wê yên resen Ereban bi cih dike:

Niha rêjeya Kurdan a li Efrînê ji sedî kêmî 25’an e.

Navên cihên giştî diguherînin zimanê Erebî û Tirkî û ala Tirkiyê lê tê hildan.

Dibistan kirine bi zimanê Tirkî û bi vî awayî dixwazin nasnameya Kurdên Efrînê tune bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navdewletî hat kirin ku dawî li vê polîtîkaya qirkirinê bînin.

Back to top button