Ciwanên Şengalê bi meşeke meşaleyê Newroz pîroz kir

Ciwanên Êzidî ji bo pîrozkirina Newrozê meşek meşaleyi li dar xist: Ciwanan tekez kirin ew ê Newroza îsal bixin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji bo pîrozkirina Newrozê doh êvarê li Komalgeha Borik a Şengalê meşek meşaleyî li dar xist.

Di meşê de ciwanan wêneyê Mazlûm Doxan û Rahşan Demîrel hildan.

Meş heta Şaredariya Komelgehê dewam kir.

Li wir Ciwanan agir pêxistin û li ber agir daxuyaniyeke dan.

Di daxuyaniye de hat gotin wê ciwanên Şengalê Newroza îsal bixin newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Ciwanan bang li her kesî kir ku roja 21’ê Adarê biherikin qada Newrozê û agirê Newrozê gurr bikin.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button