Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ jî bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyekê da got: “Doza me û ya Efrînê yek e.
Em ê ji bo rizgariyê têbikoşin û li ser şopa şehîdan li berxwe bidin.”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ jî ji bo salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê daxuniyeke nivîskî weşand.
TAJÊ da zanîn bi armanca tunekirina destkeftî û nasnameya gelê Kurd dewleta Tirk li ber çavê dewletên serdest Efrîn dagir kir.
TAJÊ diyar kir sûc û kirinên dewleta Tirk ên li Efrînê heman sûcên DAIŞ’ê ne û wiha got:
“Ji ber êrîşan heya niha bi sedhezaran welatî ji Efrînê koç bûne.
Hîn jî jin û xelkê Efrînê tên renvadin û destdirêjî li wan tê kirin.
Ti cudahî navbera DAIŞ û dewleta Tirk de nîne, çeteyên DAIŞ’ê jî heman hovîtî li Şengalê kirin.”
TAJÊ bang li hêzên kurdî kir ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk bibin yek û ev peyam da:
“Êşa me û ya gelê Efrînê yek e.
Em ê ji bo rizgariyê têbikoşin û li ser şopa şehîdan li ber xwe bidin, da rizgarkirina Efrînê misoger bikin.”