Ûkrayna: Heta niha 439 navendên perwerdeyê ziyan dîtine

Şerê li Ûkrayna roj bi roj giran dibe û Rûsya ji biryara xwe danakeve. 23 roj in ev şer dewam e û heta niha vî şerî zirarên mezin li pey xwe hiştine. Hêzên Rûsî nêzî paytext Kievê dibin û niha li bajarê Mariupol şer giran e. Ûkrayna û Rûsya li gorî xwe dane ûbîlançoyên cûda yên şer radigîhînin. Ûkrayan dibêje: Heta niha hêzên me 14 hezar leşkerên Rûsî kuştine. Û Rûsya jî dibêje: Me bajarê Mariupol ji sedî 90 kontrol kiriye. 

23 roj bênavber şerê giran ê li Ûkrayna dewam e û her roj rewş xerabtir dibe.

Rûsya Êrişên xwe dijwartir kirine û armanc jî kontrolkirina paytext Kiev e.

Rayedarên Ûkranî ragihandin di êrşia Rûsya ya doh li ser bajarokê Merefa ميريفا de 21 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Ûkraynayê jî bi daxuyaniyekê ragihand di êrişa artêşa Rûsyayê de heta niha 439 avahiyên perwerdeyê ziyan dîtine û ji wan 63 ji holê hatine rakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî ji 24’ê Sibatê heta îro 109 zarok ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine kuştin û 130 jî birîndar bûne.

Ûkrayna: Heta niha 14 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê jî li ser rewşa meydanî daxuyaniyek da.

Tê de hat ragihandin: “Hêzên Ûkrayna ji 24’ê Sibatê û heta îro 14 hezar leşkerên Rûsî kuştine.

93 balafir, 112 helîkopter, 450 tang, hezar û 448 erebeyên zirxî, 72 mûşekavêj û 43 pergalên hewayî bêbandor kirine.”

Wezareta Parastinê ya Rûsya: Igor Konashenkov: Bajarê Mariupol ji sedî 90 hatiye kontrolkirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov jî got: “Niha li bajarê Mariupol şerekî dijwar rû dide.

Hêzên girêdayî Komara Donetsk a Gel li bajarê Mariupol bi pêş ve diçin û heta niha ji sedî 90 ji bajêr kontrol kirine.”

Konaşenkov der barê encamên vî şerî yên dawî jî ev agahî dan:

“Hêzên me di nav 24 seetên dawî de 879 erebeyên zirxî yên artêşa Ûkranî, 60 sahrîcên sotemeniyê, 12 dron ku 6 ji wan ên Bayraqdar ên Tirkiyê ne, têk birine.”

Back to top button