Bêtirî 50 partî, sazî û rêxistinên Kurdî li Ewropayê bi hatina Cejna Newrozê re daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dem dema serkeftinê ye. Em Newroza îsal bikin a yekîtî û tifaqê.”
Aliyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de eşkere kir ku Newroz li Rojava û Başûr bi awayekî fermî û li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di gel fişar û astengiyan tê pîrozkirin.
Partî û saziyan diyar kir ku Newroz wê li ser bingehê têkoşînê were pîrozkirin û hêvî kirin ku îsal bibe sala têkoşîna ji bo azadî û rizgariya Rêber Apo, girtiyên zindanan, gelê Kurd û Kurdistaniyan.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku, ji bo komkujiyên weke Helbçe, Qamişlo û Zindana Amedê neyê dubarekirin, divê Newroz bi rihê berxwedanê û serkeftina Garê were pîrozkirin.
50 partî, sazî û rêxistinên Kurdî daxwaz kir ku agirê Newrozê bibe ronahîyeke geş a tifaq û yêkîtîya gel û neteweya Kurdistanê.