MIKE POMPEO: DER BARÊ ALOZIYA SÛRÎ DE HEWLDANÊN ME BI ALMANYA RE HENE

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ragihand ku ew ê bi rayedarên Wezareta Parastina Almanî re danûstandinan bike. Danûstandin wê der barê hewildanên li bakurê Sûrî be.

Di civîna xwe ya li Berlînê de, Pompeo got ku welatê wî ji bo çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûrî re tevdigere.

Pompeo bal kişand ser hewildanên Emerîka yên ji bo çareserkirina aloziya Sûrî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê 2254.

Her wiha Pompeo diyar kir ku ji bo dawîanîna tundiyê û pêşîgirtina êrîşên gengaz ji aliyê Sûriyê yan Tirkiyê ve, Washingtonê hêzên xwe erkdar kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Pompeo dest bi toreke Ewropî kiriye.

Wê ji Berlînê serdana Swîsre, Holanda û Brîtanyayê bike.

Leave a Reply

Back to top button