Ûkrayna..Rûsya êriş kir li herêma Xarkovê 27 kes hatin kuştin

Roj derbas dibe û asta êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna dijwartir dibe. Hêzên Rûsya careke din êrişî Xarkov kir, 27 kes hatin kuştin. Bajarê Liviv yê weke korîdora ewlekariyê ji bo sivîlên derbasî Polonya dihat dîtin jî bo armanca êrişên Rûsya. Bajarê Mariupol yê ev 23 roje li dijî Rûsya li ber xwe dide wêran bûye. Rêveberiyên bajar dibêjin ji sedî 90 ê bajar hilweşiyaye. Artêşa Ûkrayna jî ragihand ku jimara leşkerên Rûsya yên hatine kuştin 14 hezar û 200 derbas kiriye.

Li Ûkrayna, Rûsya êriş dike bîlançoya qurbaniyan zêde dibe.

Artêşa Rûsya bi dijwarî careke din êrişî bajarê Xarkov yê dikeve rojhilatê welat kir.

Di êrişa ku doh pêk hat de 21 kes hatin kuştin û bêtirî 10 jê birîna wan giran bi giştî 25 kes birîndar bûn.

Di êrişa li herêma Kozacha Luban ya dikeve bakurê Xarkovê de 6 kes hatin kuştin.

Îro careke din li dijî bajar êrişên dijwar pêk hatin.

Di encamê de kesek hate kuştin û 11 jî birîdar bûn.

Li bajarê Mariupol berxwedana hêzên Ûkraynî ya li dijî Rûsya, Moskow bihêrs kiriye.

Ji ber vê yekê li bajar wêraniyek zêde heye.

Şaredariya Mariupol ragihand ku ji ber êrişan ji sedî 90’ê bajar tine bûye.

Rûsya jî îdia dike ku êdî piraniya bajar di destê wan de ye.

bajarê Lviv ji roja despêkirina êrişan heta niha xwedî girîngiyek sereke tê dîtin.

Ji ber ev bajar weke rêya korîdora kesên ji şer direvin û berê xwe didin sînorê Polonya tê dîtin.

Lê îro careke din bajar di armanca hêzên Rûsya de bû.

Bajarê ku bi 70 kîlometreyan dorî Polonya ye, bo armanca êrişan.

Li nava bajarê Odessa amadekariyên berxwedaneke li dijî artêşa Rûsya tê kirin.

Bi kîsên tije ax hatin kirin bendên parastinê hatine çêkirin.

Rûsya: Ji sedî 90 herêma Luhansk hatiye kontrolkirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov ragihand ku wêzên wan ji sedî 90 herêma Luhanskê kontrol kirine.

Her wiha di nava 24 saetên derbasbûyî de, wan karîne, 81 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna têk bibin.

Ûkrayna: 14,200 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Di vê navberê de, Sererkaniya Ûkrayna bîlançoya şerê 23 rojan li dijî Rûsya pêk tînin eşkere kir.

Li gorî vê;

14 hezar û 200 leşkerên artêşa Rûsya hatin kuştin.

93 balafir, 112 helîkopter, 450 tank, 1,448 wesayîtên zirxî, 205 top, 72 pergalên roketavêj û 43 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê hatin têkbirin.

Her wiha 879 wesayit, 3 keştiyên bilez ên sivik, 60 wesayîtên sotemeniyê û 12 balafirên bêmirov jî hatin bêkêririn.

Zelensky serdana Servîsa rewşa lezgîn kir û ew xelat kirin

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky serdana Servîsa Rewşa Lezgîn yên li welat kir.

Zelensky spasiya endamên servîsê kir û ew xelat kirin.

Piştî vê Zelensky berê xwe da gel birîndarên li nexweşxanê.

Birîndarên li pêşberî xwe Zelensky dîtin matmayî man.

Back to top button