LÛTKEYA ÎSLAMÎ PIŞTGIRÎ DA ÇARESERIYEKE SIYASÎ Û VEGERA COLANÊ

Rûniştina 14’an a Lûtkeya Îslamî ya li Meka Pîroz beriya 2 rojan li dar ket, bi dawî bû.

Peyama dawî ya lûtkeyê bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka Filistînê, derketina Israîlê ji Colanê û piştgiriya çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûrî.

Lûtkeya Îslamî li ser pirsgirêka Filistînê û bi taybetî Qudsê, teqez kir.

Beşdervanan banga naskirina dewleta Filistînê ya ku 1988’an li Cezaîrê hatibû ragihanidn, kir.

Her wiha Lûtkeya Îslamî xwest ku Israîl ji Colana Sûrî heya sînorên 4 Hezîranê 1967’an vekişe.

Ev jî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 242 û 338 û rêgeza Erd li beranberî Aştiyê ye.

Lûtkey Îslamî li ser yekbûna xaka Sûrî teqez kir û pişstgiriya xwe ji çareseriyeke siyasî re nîşan da.

Leave a Reply

Back to top button