Arjantîn..Bi hezaran kes li dijî biryara IMF li Buenos Aires daketin qadan

Hêrsa Arjantîniyan a li dijî biyara hikumeta welat ya qerdkirina ji Fona Pereyan a Navnetewî (IMF) zêde dibe. Bi hezaran kes li peyatextê daketin qadan.

Doh li dijî biryara hikumetê ya ev demeke dixwaze nêzî 45 milyar dolar qerd ji IMF ê bigre çalaki pêk hatin.

Bi hezaran kes li paytext Buenos Aires daketin qdan û biryar şermezarkirin.

Di pankartên hatin hildan de xwepêşandêran hêrsa xwe anîn ziman.

Xwepêşandêr ber bi Kongreya Netewyî ya ku biryar lê hatiye dayîn ve meşiyan.

Ji bo rê li ber mezinbûna bûyerê bigre, polîsên hêzên taybet hatin bicihkirin.

Serokomarê berê yê Arjantîn Mauricio Macri, di sala 2018’an de peymana stand-by ya 57 milyar dolarî îmze kir.

Ev peyman qerdê herî bilind yê di dîroka IMF de ye.

Hikumeta welat heta niha 44 milyar dolar ji vê fonê bi kar aniye.

Li dijî vê yekê beşeke zêde ya civakê helwest nîşan dide.

Back to top button