
Li Mozambîqa Afrîqa, êrîşeke tundrew pêk hat.
Êrîşkeran kemînek çêkir û piştre gule berdan.
Di encama kemîna ji aliyê çekdarên tundrew de, 15 kes hatin kuştin.
Çavkaniyên fermî ragihandin ku di êrîşê de 8 kes di hundir erebeyê de û 7 kesên din jî dema direviyan hatin kuştin.
Çavkaniyê diyar kir ku despêkê êrîşkeran bombe avêtin, piştre gule bi ser erebeyê de berdan.
Hat zanîn ku di nava kuştiyan de 3 leşker hene, her wiha 10 birîndar jî hene.