Weqfeya Efrînê ya Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn

​​​​​​​​​​​​​​Di salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê de, Weqfeya Efrînê ya Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn.

Endamên Weqfeya Efrîn a Civakî û bi sedan koçberên Efrîn û Serêkaniyê li çerxerêya Kela Nebî Norî ya bajarê Qamişlo kom bûn û şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û mûm hatin pêxistin.

Paşê endama Weqfeya Efrînê ya Civakî Dalya Henan axivî û îşaret bi berxwedana şervanên YPG, YPJ û şêniyên Efrînê li hemberî balafirên dewleta Tirk û çekên pêşketî kir.

Di dawiyê de helbest li ser Efrînê hatin xwendin û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Back to top button