Bi nêzbûna cejna Newrozê re Dewleta Tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî da destpêkirin Dewleta Dagirker li Amedê 7 jin girt,
Di 16’ê Adarê de polîsên dewleta Tirk li Amedê operasyoneke qirkirina siyasî pêkanî.
Di wê operasyonê de 24 jinên siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û rêveberên sendîkayê hatibûn binçavkirin.
Piştî îfadeya li emniyetê jinên ku hatibûn binçavkirin sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin.
Dadgeha Amedê ji wan 24 jinan 7 kes girt, 6 kes berda 9 hes jî hîn di bin çav de ne..