Li Eyn Îsa Dirbêsiyê û herêma koçeratan agirê Newrozê hate vêxistin

Şahî û pîrozbahiyên Newrozê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Şêniyên Eyn Îsa, herêma Koçerat û Dirbêsiyê agirê Newrozê vêxistin.

Doh şêniyên navçeya Eyn Îsayê li navenda navçeyê bi dirûşmên silavkirina Cejna Newrozê û berxwedana rêber Abdullah Ocalan agirê Newrozê vêxistin.

Şêniyan piştî ku agir vêxistin govend gerandin.

Her wiha li gundê Besta Sûsê yê Koçerata ya girêdayî bajarê Qamişloyê Navenda Pargîn a Folklorî şahiyek li darxist û agirê Newrozê vêxistin.

Pişt re govend li ber stranên herêma koçeran hatin gerandin.

Li bajarokê Xenamiyê yê navçeya Dirbêsiyê jî şahiya Newrozê hate li darxistin

Bi tevlbûna bi dehan şêniyan, Meclisa bajarokê Xenamiyê yê navçeya Dirbêsiyê pîrozbahiya Newrozê li dar xist.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê dada, beşdaran li derdora agir govend gerandin

Back to top button