Ji ber êrişan stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê ji xizmetê derket

Her tişt ji ber êrişên dewleta qirker zirarê dibîne ..

Rojane û bê navber êrişî herêmê dike ..

Duh dewleta tirk stasyona kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kir ..

Di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh sibehê rasterast stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê kir hedef.

Di encamê de kabloyên kehrebeyê qutbûn..

Stasyona yekemîn a 66’a, ji xizmetê derket.

Piştî aramiyê, tîmên sererastkirinê hewl dan ziyanan sererast bike..

Lê ji ber ziyanên mezin ên ku bi stasyonê bûne, heta niha nedikarî.

Back to top button