Mihemed Emîn Pêncewînî :Bi rihê yekîtiya netewî berê xwe bidin Newroza qendîlê

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî ,Hunermend Jîna Seqizî û xelkên herêma Soran ji bo Newroza li Binarê Qendîlê bang kir û got: “Bi rihê şoreşgerî û yekîtiyê tevlî Newroza Qendîlê bibin. Newroza ‘Azadî ji bo Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê’, bi coş pîroz bikin.

Tenê çend roj ji 21’ê Adarê re maye ..

Cejna Newrozê ..

Li her devera cîhanê gel bi coşeke mezin vê rojê pêşwazî dikin …

Roja 21’ê Adarê li Binarê Qendîlê Newroz wê were pîrozkirin..

Wê ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî şahiya Newrozê bibin.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî bang li hemû kesê kir da ku tevlî newroza li Qendîlê bibin.

Pênciwênî diyar kir ku Newroz di dîroka gelê Kurd de pîroze,Newroz ji bo azadiyê bûye sembola berxwedan û têkoşînê.

Siyasetmedarê Kurd bang li xelkê Kurdistanê kir da ku bi coş tevlî Newroza Qendîlê bibin.

Hunermend jîna seqizî bang kir ku her herkes bi rihekî gerim tevlî newrozê bibin

Hunermend jî ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê kirin .

Hunermenda Jîna Seqizî ku cara yekem wê tevlî şahiya Newroza li Qendîlê bibe,banga tevlîbûnê kir.

Welaqtiyên Soran: Divê hemû Kurd Newrozê li Qendîlê pîroz bikin

Welatiyên navçeya Soran jî bi heman ermancê bang kirin.

Welatiyan diyar kir ku Kurd hemû yek xwîn û demarin. Ji bo vê pêwîste em hemû bi hevre Newroza xwe li Qendîlê cihê herî bi wate pîroz bikin.

Back to top button