Pêkhateyên Bakur û Rojhilatî Sûrî wê bi hevra Newrozê pîroz bikin

Newroz bi Paradîgmaya netewa demokrtîk ku niha li rojava li ser erdê tê meşandin gîhîşt wateya xwe.

Kurd, Ereb, Sûryan û Çerkezên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi rengê xwe çanda xwe li gel hev wê newrozê pîroz bikin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilahtî Sûrî diyar kirin ku newroz berxwedan e, ewê ji bo parastina axa xwe li gel hev li dijî dagirkeriyê têbikoşîn, bi hev re newroza xwe pîroz bikin.

Rêveberiya Xweser bi polîtîkaya xwe ya netewa demokratîk ve hişt hû hemû pêkhateyên herêmê cejnên xwe bi hev re pîroz bikin.

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe amade dikin ku bi hev re beşdarî çalakiyên cejnê bibin.

Her pêkhateyek bi çand û filiklora xwe dakevin qadan.

Yek jî pêkhateyê Sûryan Denho Denho: Newroz nîşaneya çirûska azadiya me hemûyan e

Têkildarî mijarê Îsa Denho Denho ji pêkhateyê Suryan ê navçeya Tirbespiyê bi zimanê xwe yê suryanî Cejna Newrozê pîroz kir û got:

“Cejna Newrozê nîşaneya çirûska azadiya me hemûyan e û ev yek di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku civakeke hevgirtî ava kir, diyar bû.”

Denûh her wiha hêvî kir ku newroza 2022 bibe sala azadiya rêber Ocalan.

Yek jî pêkhateyê çerkes Talîn Diyaedîn: Emê li gel gelê Kurd Newroza xwe pîroz bikin

Welatiya bi navê Talîn Diyaedîn jî ji pêkhateyê Çerkes ê bajarê Minbicê ye Cejna Newrozê pîroz kir û got:

“Newroz cejna hezkirin û aştiyê ye, em ê jî çand û folklora Çerkes di pîrozbahiyên Newrozê de nîşan bidin.”

Her wiha Talîn bibîr xist ku ew di her cejin û pîrozbahiyan de li kêlek pêkahateya kurd pîroz dikin.

Yek jî pêkhateyê Ereb Emel El- Nezal: Newroz berxwedan e, emê li dijî dagirkeriyê berxwe bidin

Li aliyekî din Welatiya ji pêkhateya Ereb ji navçeya Çilaxa Emel El-Nezal jî anî ziman ku Newroz berxwedan e, hemû gelên ku di rêya azadiyê de dimeşin Newrozê pîroz dikin, emê jî vê cejna mezin pîroz bikin.

Emel di dewama axaftina xwede diyar ku ewê tucar rê nedin kesî ku destdirêjî li ser xaka wan bike.

Back to top button