Ûkrayna..Li bajarê Mikolayiv ê 40 leşkerên Ûkraynî hate kuştin

Şerê li Ûkraynayê di roja 24’an de Şerê li Ûkrayna roj bi roj giran dibe û Rûsya tevî bangan jî ji biryara xwe danakeve.
24 roj in ev şer dewam e û heta niha Ji aliyê kuştin, wêranî û koçberî de zirarên mezin li pey xwe hiştiye. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di 3 hefteyên şer de nêzî 10 milyon Ûkranî ji malên xwe bûne. 6 mîlyon û nîv jî cih gûherandin e. 3 mîlyon 200 hezar kes jî koçber bûne, heta niha 816 kes jî hatine kuştin. Serokê Ûkraynayê Volodamir Zelensky jî ji bo rawestandina şer banga lezgîn a hevdîtinê ji bo Moskovayê kir.

Şerê li Ûkraynayê her ku dirêj dibe bîlançoya wêranî, wendahî û koçberî jî girantir dibe.

Li Ûkraynayê şereke dijwar rû dide

Li gor AFP’ê vê sibê balafirên şer ên Rûsî li bajarê Mikolayiv ê Ûkraynayê baregeheke leşkerî bombebaran kir. Di encam de 40 leşkerên Ûkranî hatin kuştin.

Ûkrayna: Têkiliya me bi derya Azakê re qût bûye

Her wiha Wezareta Parastina Ûkranî jî bi daxuyaniyeke ragihand ku li bajarê Mariupol şereke dijwar rû dide, Rûsya ji ber hêzeke mezin xistiye bajarê têkiliya wan bi Derya Azakê re qût bûye.

Şaredariya Mariupol ragihand ku ji ber êrişan Rûsî ji sedî 90’ê bajar Mariupol tine bûye.

NY: Heta niha li Ûkraynayê 3 milyon 270 kes koçber bûne

Ji ber şerê dijwar koçberiya li Ûkraynayê jî zêde bûye.

Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), daneyên derbar şerê Rûsya-Ûkraynayê de aşkere kirin.

Komîsertiyê ragihand ku ji ber êrişên Rûsya yên li ser Ûkraynayêdi 3 hefteyên şer de nêzî 10 milyon Ûkranî ji malên xwe bûne. 6 mîlyon û nîv jî cih gûherandin e. 3 mîlyon 270 hezar kes jî koçber bûne.

NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane

Her wiha komiseriya Neteweyên yekbûyî dazanîn ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane û hezar û 333 sivîl jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dibe ku hejmara miriyan û birîndaran zêdetir be.

Zelensky: Dema aştiyê hatiye

Li hember vê rewşa kambax Serokê Ûkraynayê Volodamir Zelensky bang li Moskow kir û got:

Dema hevdîtineke awarte hatiye; ev şer wê ji bo çend nivşên pêşerojê jî bandor neke divê em aşitiyeke pêk bînin.

Her wiha Zelensky daxuyakirin ku ji ber berxwedana hêzên Ûkranî Rûsya nema dikare weke berê di pêş de were.

Back to top button