Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Viyanayê têkildarî çareseriya li Sûriyê semînerek li dar xist.
MSD’ê duh li navenda xwe ya li paytexta Awisturya Viyanayê semînerek da û diyalog li ser rêbazên çareseriyê kir..
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yê MSD’ê Hesen Mihemed Elî, gelek kesayetên ji opozîsyona Sûriyê û nûnerên partî û rêxistinên Sûriyê tevlî semînerê bûn.
Di semînerê de ji bo nêrîn û stratejiyek hevbeş û çareseriya krîza Sûriyê nîqaş hatin kirin.