ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên terorê” li Girkê Legê 26 hezar îmze hatin berhevkirin

Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê ragihand, ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteyên terorê” li Girkê Legê 26 hezar îmze hatine berhevkirin.

PYD li navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan ya navçeyê, bajarokên Mistafewiyê û Erorê eşkere kir.

Endamên PYD’ê, Meclisa Gel a Girkê Legê, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê beşdarî hemleyê bûbûn…

Piştî hemle bidawî bû, hevserokê PYD’ê yê navçeyê Mistefa Mam Xêr li pêşiya navenda PYD’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Saziyên me ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” dest bi komkirina îmzeyan kir.

Di encamê de 26 hezar îmze hatin komkirin.

Back to top button