Bi boneya salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê, li başûrê Hesekê û Dêrazorê meş hatin lidarxistin. Di meşan de sûc û hovîtiya li Efrînê hat şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li dijî dagirkeriya li Efrînê helwestekê nîşan bidin..
4 sal li ser dagirkirina Efrînê ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê de derbas bûn.
Îro jî şêniyên herêmên Şedadê, Erîşa, Hedadiyê, Merkedê û Daşîşê ên başûrê Hesekê meş lidarxistin..
Bi sedan kes û endamên saziyan beşdarî meşê bûn.
Piştî ku meş veguherî mîtingê, endamê Meclisa PYD’ê Mistefa Ehmed axivî û berxwedana gelê Efrînê silav kir.
Mistefa Ehmed diyar kir ew ê bi hevgirtin û biratiya gelên herêmê dagirkeriyê têk bibin û Efrîn û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Li Dêrazorê dijî sûc û hovîtiya li Efrînê meş û çalakî hat lidarxistin
Şêniyên Dêrazorê jî bi heman armancê meşek li dar xist.
Bi sedan kesên ji gundewarê rojavayê Dêrazorê li çerxerya Kesra kom bûn û dest bi meşê kirin.
Piştî ku meş veguherî mîtingê, endama Meclîsa Herêma Rojava Mutenna El-Ehmed daxuyanî da.
Mûtenna El-Ehmed di diyar dewleta tirk û çeteyên wê sûc û kirinên li dijî şêniyên Efrînê, xwezaya Efrînê û wêrankirina cihên dîrokî û şewitandin wê heta niha didomînin.
Mutenna El-Ehmed di dawiya de da zanîn, heta ku dagirker ji Efrînê û ji her milekî xaka Sûriyê derkevin wê berxwedana xwe dewam bikin.
Li aliyê din li rojhilatê bajêr jî bi heman armancê Meclisa Ciwanan çalakî li dar xist.
Bi sedan rûspiyên eşîre û endamê saziyan li çalakiyê amade bûn.
Hevserokê Şaredariya Gel a Xeranîcê Siûd El-Muhemîd di çalakiyê de daxuyanî da û sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir.
Siûd El-Muhemîd bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ên ku li Efrînê dikin, bertekê nîşan bidin.