Gelê Kurd 30 salin Newrozê weke roja têkoşîn û serhildanê pîroz dike

Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 30 salên dawiyê de cejna Newrozê weke roja têkoşîn û serhildanê pêşwazî dike û pîroz dike… Sal bi sal di pîrozbahiyên Newrozê de çi derketiye pêş, em di vê dosyayê de temaşe bikin.

Salên 1990’î bi bilindbûna têkoşîna azadiyê re li bakurê Kurdisanê Pîrozbahiyên Newrozê jî veguherîn serhildanê.

Bi mîlyonan qadên Newrozê dagirtin û dirûşmeyên azadiyê qîriyan.

Bi mîlyonan Kurdan li qadan îradeya xwe ya têkoşînê nîşandan.

Îsal jî gelê Kurd Newrozê bi coşeke mezin pêşwazî dike.

Ji sala 1992 heta niha Newrozên li Bakurê Kurdistanê bi rihê serhildanê hatine pîrozkirin.

DI NEWROZA 1992’AN DE LI CIZÎR Û NISÊBÎNÊ JI BER ÊRIŞAN BI DEHAN KES ŞEHÎD BÛN

NEWROZA 1993 PKK’Ê AGIRBEST RAGIHAND Û NEWROZ JÎ BI RIHÊ BERXWEDANÊ HAT PÎROZKIRIN

NEWROZA 1994’AN LI SER BANGA PKK’Ê GEL LI BER MALÊN XWE AGIR PÊXISTIN Û CEJNA XWE PÎROZ KIRIN

DEWLETA TIRK A KU SALA 1995’AN KU NEWROZ WEKE “NEVRÛZ” PÊNASE KIR SALA 1996’AN JÎ NAVBERA 17-24’Ê ADARÊ WEKE HEFTEYA NEWROZÊ RAGIHAND. LÊ GELÊ KURD EV HEWLDAN JÎ VALA DERXIST.

NEWROZÊN 1997 Û 1998’AN LI AMEDÊ JI ALIYÊ DEH HEZARAN KESÎ VE HATIN PÎROZKIRIN.

DI NEWROZA 1999’AN DE GELÊ KURD LI QADAN KOMPLOYA NAVNETEWÎ A LI SER RÊBER APO ŞERMEZARKIRIN

BI DESTPÊKA SALÊN 2000’Î RE PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ DERBASÎ QONAXEKE DIN BÛN Û JI ALIYÊ SEDHEZARAN VE HAT PÎROZKIRIN.

DI NEWROZA 2001’Ê DE BI MILYONAN KES DI DIRÛŞMEYA “BIJÎ SEROK APO” DAKETIN QADAN.

DI NEWROZA 2002’AN DE BI MÎLYONAN DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO Û BANGA AŞTIYÊ KIRIN.

NEWROZ 2003’AN LI DEHAN NAVENDAN HAT PÎROZKIRIN Û BI MÎLYONAN KESÎ XWEST PIRSGIRÊKA KURD BÊ ÇARESERKIRIN.

28’Ê ADARA 2004’AN LI TIRKIYÊ HILBIJARTIN PÊK HATIN. BERIYA WÊ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ MOHRA XWE LI VAN HILBIJARTINAN XIST.

DI NEWROZA 2005’AN DE KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A RÊBER APO HAT RAGIHANDIN

NEWROZA 2006’AN GELÊ KURD LI QADÊN NEWROZÊ GOT; “RÊBER APO VÎNA ME YA SIYASÎ YE” Û BERSIVA KOMPLOYÊ DA.

DI PÎROZBAHIYÊN NEWROZA 2007’AN DE GELÊ KURD TECRÎD Û JEHRÎKIRINA RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

2008’AN GELÊ KURD LI QADÊN NEWROZÊ BI DIRÛŞMEYA “ÊDÎ BES E” XWEST RÊBER APO AZAD BIBE

LI QADÊN NEWROZA 2009’AN BI MÎLYONAN KESÎ ÇARENÛSA HILBIJARTINÊN WÊ SALÊ DIYAR KIRIN

2010’AN LI QADÊN NEWROZÊ BI MÎLYONAN KESÎ RÊBER APO WEKE MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD NÎŞAN DAN

NEWROZA 2011’AN LI 130 NAVENDAN BI MÎLYONAN GOT; “AN AZADÎ AN AZADΔ

NEWROZA 2012’AN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE LI GELEK BAJARAN HATE QEDEXEKIRIN. TEVÎ VÊ JÎ BI MÎLYONAN HERÎKIN QADAN.

LI QADA NEWROZÊ YA 2013’AN A AMEDÊ PEYAMA RÊBER APO YA ÇARESERIYÊ LI HEMBERÎ MÎLYONAN HATE XWENDIN.

NEWROZA 2014’AN JÎ LI AMEDÊ ZÊDEYÎ 3 MÎLYON KES LI QADÊ KOMBÛN Û PEYAMA RÊBER APO HAT XWENDIN.

DI NEWROZA 2015’AN JÎ TEVÎ BARANA ZÊDE BI MÎLYONAN LI QADAN NAMEYA RÊBER APO GUHDARÎ KIRIN

NEWROZA 2016’AN BI MILYONAN BERXWEDANA XWERÊVEBERIYAN SILAV KIRIN.

DI NEWROZA 2017’AN DE CIWANÊ BI NAVÊ KEMAL KURKUT LI AMEDÊ JI ALIYÊ POLÎSÊN TIRK VE HAT QETILKIRIN

SALA 2018’AN HÊRSA GEL A LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ MOHRA XWE LI NEWROZÊ DA.

2019’AN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI ZÎNDANAN MOHRA XWE LI PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ DAN.

NEWROZA 2020’AN JI BER VÎRÛSA KORONA GELÊ KURD AGIRÊ NEWROZÊ LI BER MALÊN XWE PÊXISTIN.

NEWROZA 2021’AN BI MÎLYONAN KESÎ BAL KIŞAND SER TECRÎDKIRINA RÊBER APO.

NEWROZA 2022’AN JÎ BI DIRÛŞMA “DEMA SERKETINÊ YE” BI DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO BÊ PÎROZKIRIN.

 

Back to top button