Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê sed hezaran Newroz pîroz kirin

Îro li gelek bajar û nevçeyên Bakurê Kurdistanê û bi sed hezaran kes herikîn qadan û agirê newrozê vêxistin. Tevî berf û baranê jî newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin.

Li bakurê Kurdistanê Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin.

Starta ewil a pîrozbahiya Newrozê di 15’ê Adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû dayîn.

Îro li 19 navendan agirê Newrozê hate vêxistin.

Li navçeya Panosê ya Agiriyê, agirê Newrozê hate pêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin.

Xelkê navçeyê tevî barîna berfê û hewa sar jî Newrozê bi coş pîroz kir.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî agirê Newrozê hat vêxistin.

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftinan destpêkir û îşaret bi girîngiya Newrozê hate kirin.

Bi hezaran welatiyên li qadê kom bûn li ber stranan govend gerandin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî pîrozbahî bi kelecaniyek mezin hate pîroz kirin

Li qadê bi hezaran welatî tevî barîna baranê jî kom bûn.Li bajarokê Tirmilê ya Mêrsînê jî Newroz hat pîrozkirin.

Jinan bi rengên xwe yên kesk, sor û zer xwe qada Newrozê xemilandin-

Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî hat lidarxistin û ji zarokan bigire heta kal û pîran herikîn qada Newrozê.

Welatiyan bi cilên xwe yên netewî xemla pîrozbahiyê xweşik kirin.

Pîrozbahiya Newroza li bajarê Îdirê jî bi beşdariya hezaran kesan hate pîrozkirin.

Tevî ku berf bariya jî, bi hezaran kes herikîn qada Newrozê.

Jinên Îdirî bi cil û bergên xwe yên xweser ên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li Dêrsima ku di nav çiyayên bi berf de ye, îsal Newroz di hewayê sar de hat pîrozkirin.

Lê barîna berfê û hewayê sar nekarî bikeve pêş coş û kelecana Newrozê.

Back to top button