OPERASYONÊN REJÎMÊ LI HERÊMÊN ‘BÊÇEK’ DERBASÎ MEHA DUYEM DIBIN, 44 KES HATIN KÛŞTIN

Operasyonên leşkerî yên rejîma Sûrî li gundewarê Idlib û Hemayê derbasî meha xwe ya duyem dibin.Di encama van operasyonan de duh 44 kes hatin kuştin. Ji van 20 leşkerên rejîmê û alîgirên wê ne.

Çavdêriya Sûrî ya Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî bi zêdetirî 45 êrîşên esîmanî herêmên ‘Bêçek’ bombebaran kirin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku duh jî gundewarê Idlib û hemayê bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Di encam de 20 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Li herêma Sehil El-Xab di encama topbarana rejîmê de 15 çeteyên Heyet Tehrîr Şam hatin kuştin.

Her wiha li çolistana Dêra Zorê şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîmê de derket.

Di encam de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gundewarê Hemayê di encamê şerê di navbera komên çete yên Dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûrî de jî 20 leşkerên rejîmê û alîgirên wê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button