Li Îranê di nava 10 rojan de 30 kes hatin darvekirin

Bi darvekirin, zext û êrîşan pirsgirêk ji holê ranabe..Berevajî pirsgirêk girantir dibe.Zextên li dijî girtiyên Îranê bi dawî nabin ..Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojan de li Îranê 30 girtî hatine darvekirin..Û wê ji berî meha remezanê 15 kesên din jî werin darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojan de li Îranê 30 girtî hatine darvekirin.

Li gorî Rêxistinê di nava 10 rojan de li Girtîgeha Navendî ya Şîraz 19 kes bi îdiayên ‘madeyên hişber û kuştinê’ hatine darvekirin..

Wê ji berî meha remazanê 15 girtiyên din jî werin darvekirin.

Rêxistinê darvekirina girtiyan şermezar kir.

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Mihemed Emîrî Mexdem got:

“Nabe civaka navneteweyî di dema danûstandinan de ji bo darvekirina ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê rê xweş bike.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dawiyê eşkere kir di nava 10 rojên borî de li Îranê darvekirin zêde bûye..

Back to top button