Der barê Newrozê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ebdulkerîm Saroxan û Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal axivîn û Newroz li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir.
Aliyan bang li gel kir ku Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ebdulkerîm Saroxan li ser girîngiya Newrozê ji ajansa Hawarê re axivî.
Ebdulkerîm Saroxan Newroz weke roja vejînê û serhildana li hember hemû siyasetên şovenîst bi nav kir.
Di nirxandina xwe de Ebdulkerîm îşaret bi rola pêşeng a Tevgera Rizgariya Kurdistanê di zindîkirina çanda Newrozê de kir.
Ebdulkerîm da zanîn cudabûna Newroza îsal ew e hemû pêkhateyên herêmê bi hev re amadekariyên cejnê dikin.
Dawiyê Ebdulkerîm Saroxan cejna Newrozê li Rêber Apo, gerîla, QSD’ê û tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir.
Remzî Kartal: Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya rêbertî
Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal jî der barê cejnê de ji ajansa Hawarê re axivî û Newroz li gelê Kurd pîroz kir.
Remzî Kartal anî ziman ku bi damezirandina PKK’ê re Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê û got:
”Dewletên dagirkerên Kurdistanê Newroz ji naveroka wê derxistibûn.
Wê demê ti tişt girêdayî nirxên Newrozê tune bû.
Lê bi derketina PKK’ê û berxwedana zindanan re Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê.”
Remzî Kartal piştrast kir wê Newroza 2022’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha bi dawî kir:
”Banga me ji gelê me re ew e ku bi xurtî, bi hêz û wijdan xwe bi rêxistin bikin da ku sala 2022’an bikin sala azadiya Rêber Apo”.