LI REQA TEQÎN 3 KESAN JIYANA XWE JI DESTA Û 16 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Doh li bajarê Reqayê 2 teqîn pêk hatin.
Li gorî agahiyên despêkê di encama teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 jî birîndar bûn.

Li taxa Neyîm a bajarê Reqayê saet 22:00’an de bombeyek deng teqiya û li pey wê erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 jî birîndar bûn.

Piştî teqînê Tîmên Destwerdana Despêkê berê xwe dan cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Timê li herêmê dest bi lêkolînên derbarê teqînê de kirin.

Leave a Reply

Back to top button