YJA Star: Divê gelê me her rojê bike roja serketinê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Partiya Komunîst a Marksîst û Lenînîst bi peyaman cejna Newrozê pîrozkirin. Bang li gel hate kirin ku qadên Newrozê bi rihê berxwedanê tije bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.

YJA Starê Newroza Rêber Apo, Gelê Kurd û şehîdan pîroz kir û diyar kir ew Newrozê bi dirûşma ‘Dem dema serketina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye’ pêşwazî dikin.

Fermandariyê diyar kir divê gel Newrozê bi rihê berxwedanê pîroz bike û wiha got,

“Em xwedî dîrokeke bêhempa ne ku bi fedakariyên bêdawî û berdêlên giran hatiye afirandin. Bi keda bi deh hezaran şehîdan em Sala 50’emîn a Newrozê pîroz dikin. Em bi rihê serfiraziyê Newroza sala 2022’an pêşwazî dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat kirin li qadan agirê Newrozê gur bike û ‘her roja nû’ bike roja serketinê û wiha hat gotin;

“Şerê şoreşgerî yê gel ku bi gerîla re gihaştiye hev wê bibe derba dawî li dijmin hatî xistin.”

MXDŞ: Bi saya Rêber Apo me xwe naskir û cejna Newrozê pîroz dikin

Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) jî peyama Newrozê da.

Meclisê diyakir ku bi fikir û ramanên Rêber Ocalan wan xwe gihandiya wê astê ku dikarin li ser axa xwe ya pîroz agirê newrozê gur bikin.

Meclisê di peyama xwe de bibîr xist ji ber planên şerê taybet û qirêj yê dijmin civaka Êzidî ev cejn wekî cejina xwe nedidît û got, Piştî civaka Êzidî xwe li ser fikir û ramên rêber Apo rêxistin kir û gihişt rastiya dîroka xwe, êdî cejina Newrozê wekî, cejna hebûn, aşitî, azadî û berxwedanê pîroz dike.

Di dawiyê de ji bo tevlêbûna li Newrozê bang li civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê hate kirin da ku roja 21’ê Adarê biherikin qada Newrozê a li Gundê Solax ê Şengalê.

MLKP: Bi bilindkirina berxwedanê qadên Newrozê tije bikinnewroza azadiya Rêber Apo

Komîteya Navendî ya MLKP’ê ji bo Newrozê peyamek da.

MLKP’ê di peyama xwe de got, “Li tevahiya Kurdistanê, li dijî înkara neteweyî, nijadperestî, zilma faşîst a qirker, dagirkerî, mêtingeriyê şer mezin bikin û bi gelên herêmê re hevkariya şoreşgerî û demokratîk xurt bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin, “Bi bilindkirina berxwedanê, ji qadên Newrozê heta qadên 1’ê Gulanê em pirên serketinê ava bikin.”

Back to top button