Şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbata şehîd Awaz Bêrîtan

Şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbata şehîd Awaz Bêrîtan a ku di sala 2015’an li Til Temirê şehîd bibû re xwestin.

Şervana YPJ’ê Şehîd Dicle Seyid Ehmed (Awaz Bêrîtan) 2015’an li Til Temirê şehîd bû.

Duh li bajarê Kobanê ji bo wê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Îro jî bi dehan welatî û endamên sazî û meclisên herêma Firatê çûn bin konê sersaxiyê yê li gundê Dimerce û sersaxî xwestin..

Li vir, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî axivî û got: “Meha Adarê bi meha Newrozê û şehîdan tê naskirin û em Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî şehîdan soza xwe nû dikin û em ê tu carî dev ji xeta wan bernedin.”

Her wiha birayê şehîd, Egîd Îbrahîm jî axivî û got: Şehîdên kurdistanê hemû şehîdên me ne.

Back to top button