Newroz bi beşdariya sed hezaran li bajarên Tirkiyê hat pîrozkirin

Coşa Newrozê li gelek bajarên Tirkiyê jî hebû. Bi sed hezaran kesan berê xwe dan qadên newrozê yên Stenbol, Edene, Enqere û Îzmirê û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîroz bahiyan de daxwaza sereke Azadiya Rêber Apo bû.

Li bajarên Tirkiyê jî Newroz ji aliyê sed hezaran kesî ve bi heybet hate pîroz kirin.

Ji wan yek bajaran jî bajarê Tirkiyê ê herî mezin ku gelek Kurd jî lê dimînîn Stenbol bû.

Bi taybetî Newroza Stenbolê ya li Qada Yenî kapiyê ji aliyê sed hezaran ve bi çoş hat pîrozkirin.

Tevî hewaya sar jî ji zarokan bigire heta kal û pîran hezaran kes di saetên sibehê de kom bi kom herîkin qadê.

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di nav de gelek serok û rêvebirên partî, sazî û rêxistinên sivîl di pîrozbahiyê de axivîn û peyam dan.

Di axaftinên ku li ser navê Tifaqa Demokrasiyê hatin kirin de daxwaza aştî, edalet û azadiyê hat kirin.

Herwiha di Newrozê de daxwaza azadiya Ocalan derket pêş.

Piştî axaftinan Koma Sorjiyan û hunermendê kurd Xêro Abas derket ser dikê û stranên xwe gotin.

Bi sed hezaran kes bi gerandina govendê re bi yek dengî dûrişmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serokê Apo” berz kirin.

Li peytexta Tirkiyê Eqereyê jî newroza 50 saliyê, ji aliyê Kurdistaniyan ve bi girseyî hate pîrozkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kereste cîoglu û Rêveberê Navenda HDP’ê Dogan Erbaş beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li qadê dirûşmên “Bijî Newroz”, û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Xelkê bajarê Edeneyê jî ji bo pîrozkirina Newrozê bi girseyî berê xwe dan qada pîrozbahiyê

Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî hatibûn qadê rastî astengiyên polîsan hatin.

Li ser vê yekê welatiyan sekneke xurt raber kir û kirinên polîsan protesto kir.

Welatî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” ketin qadê.

Piştî axaftinên mevanan kom û hunermend derketin ser dikê û girse li ber stranên wan coş bû.

Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kesên ku beşdarî Newroza Edeneyê bûn, azadiya Rêber Apo qîriyan û banga xurtkirina berxwedanê kirin.

Li bajarê Îzmîrê jî, bi deh hezaran kes li Qada pîrozbahiyê li hev kom bûn û Newrozê bi çoş pîroz kirin.

Jin û ciwan bi kincên xwe yên herêmî tevlî Newrozê bûn û reng dan pîrozbahiyê.

Li qadê wêneyên Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin hatin hilgirtin.

Bi deh hezaran kesên ku li Qada Gundog dûyê li hev kom bûn, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Back to top button